Welatiyên Silêmaniyê diyar kirin “Divê partiyên siyasî xwedî yek helwest bin, nabe berjewendiyên xwe bidin pêşiya yên gel.”
Welatiyê bi navê Osman Uzerî balkişand li ser xiyaneta PDK’ê û got:
“Hinek aliyên siyasî berjewendiyên xwe xistine pêş berjewendiyên gel û ev ye di berjewendiya welatên dagirker deye.
Îro ji bo yekîtiyê rewşek guncaw heye û divê partiyên kurdî bibîn yek.
Niha dem dema yekîtiyê ye, divê dev ji berjewendiyên partî û malbatî berdin.”
Dana Mistefa: Divê partiyên siyasî xwedî yek helwest bin
Welatiyê bi navê Dana Mistefa jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û wiha axivî:
“Divê beriya kongreya netewî, aliyên siyasî bihevre rûnin û bibin yek.
Lê pirsgirêk ewe ku nabin yek, divê pirsgirêkên dinava xwe de çareser bikin û kongreya netewî were lidarxistn.
Divê partiyên siyasî xwedî yek helwest bin, nabe berjewendiyên xwe bidin pêşiya yên gel.”
Balafirên dewleta Tirk Biradostê bombebaran kir-4 Welatî şehîd bûn