Şefê rêjîma Tirk Erdogan beriya 2 rojan gotibû, êrişa li dijî navendên elektrîk, ava, nexweşxane û mizgeftan binpêkirina mafê mirovan e.
Endama Saziya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Maenza deverên ku rojên dawî bûn armanca êrişên artêşa Tirk li Rojava lêkolîn kirin û got;Ya rast kesê ku navendên elektrîk, av, nexweşxane û mizgeftan bomradiman dike, Erdogan bixwe ye.
5’ê Cotmehê hemwext, artêşa Tirk bi balafiran êrişî Rojavayê Kurdistan û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.
Di encamê de bêtirî 50 sivîl û endamên hêzên ewlekariyê şehîd bûn.
Her wiha zerareke mezin li binesaziya herêmê bû.
Wisa lê hat ku çavkaniyên jiyanê yên bi mîlyonan kesî hatin hilweşandin.
Endama Saziya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Maenza bi armaca lêkolînkirina encamên êrişan hat serdana herêmê.
Maenza têkildarî armanca serdana xwe got;
Dewleta Tirkiyê li dijî navendên av, elektrîk, dibistan, nexweşxane û saziyên civaka sivîl, bêtirî 200 êriş pêk anîn.
Ji bo em rewşa civakê ya piştî van êrişan di cih de zanibin, ez hatin serdana Bakur û Rojhilatê Sûrî.
Wekî ku tê dîtin, navendên elektrîkê tine kirin.
Ji ber van êrişan, bêtirî 2 mîlyon mirov bê elektrîk dijîn.
Zarok û jin jî di nav de, 48 kesî ji ber êrişên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan.
Nadine Maenza: Çima cîhan li hemberî êrişên Erdogan bê deng e?
Nadine Maenza daxuyaniya serokê Tirkiyê Erdogan a beriya çend rojan têkildarî rewşa Xezayê bi bîr xist û bi van gotinan bal kişand ser durûtiya wî:
Erdogan bi gilî û gazincan behsa wê yek kir ku xelkê Xezayê bê av û elektrîk hatiye hiştin. Erdogan li hemberî vê rewşê wêrekî nîşan da û ev pirs jî kir:
Ka mafê mirovan?
Erdogan wisa gotibe jî lê rastî yê li Bakur û Rojhilatê Sûrî navendên elektrîk, av, nexweşxane û mizgeftan bomradiman dike, Erdogan bixwe ye.
Li hemberî van kirinên Erdogan, pirsa em jî bikin ev e;
Ka hêrsa navneteweyî?
Endama Saziya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Maenza fedekariya ku gelê Kurd di ber mirovahiyê de kirî jî bi bîr xist û got:
Ew di şerê li dijî DAIŞ’ê de hevalbendên me ne.
Piraniya rêveber û lîderên wan jin in.
Demokrasiya wan xwe dispêre wekheviya di navbera netew û olan de.
Eger li herêmê aştiyek pêk were wê bi saya projeya wan be.