HPG: Li Zapê 10 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku gerîllayên wan careke din li herêma Zapê li hêzên artêşa Tirk dane.
Li gorî HPG’ê, di çalakiyan de 10 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê têkildarî şer û çalakiyên li herêma Zapê daxuyaniyek da.

HPG’ê ragihandin ku gerîllayên wan li hêzên artêşa Tirk dane û ev agahî parve kirin:

13 Cotmehê li Girê Cûdî di encama çalakiyên sekvaniyê de 2 leşker hatin kuştin.

Li heman deverê dema helîkopterên artêşa dagirker xwestin destwerdanê bikin, gerîllayên jin li wan dan.

Roja 13 Cotmehê li Girê Amediyê jî gerîlla li çeperên hêzên dagirker dan û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.

Li qada Sîda di çalakiya sekvaniyê ya gerîllayên jin de leşkerek artêşa Tirk hate kuştin.

14 Cotmehê li Girê Amediyê gerîlla bi bandor li hêzên artêşa Tirk dan.

Di çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk 12 û 13 Cotmehê li dijî qadên gerîlla careke din çekên qedexekirî bikar anîn.

HPG: Li Girê Cûdî yê Zapê derbeke giran li artêşa Tirk hate xistin

Back to top button