HPG: Li Girê Cûdî yê Zapê derbeke giran li artêşa Tirk hate xistin

Gerîlayan derbeke din a giran li artêşa Tirk a dagirker xistin.
Hêzên gerîla li herêmên Zap û Xakurkê bi ser kozîk û çeperên dagirkeran de girtin.
Di encama çalakiyan de 31 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi çalakiyan bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker didin. Gerîlayan derbeke din a giran li dagirkeran xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişan û çalakiyên gerîla daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir Artêşa Tirk a dagirker teknîka xwe ya şer bi temamî bi kar tîne, bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî sûcên şer dike lê nikare encamê bi dest bixe û wiha hate gotin;

“Ji bo êrişa xwe ya dagirkerina Zapê bi ser bixîne, di nava sê salan de êrîşên giran dike û dike nake nikare bi ser bikeve.

Li hemberî êrişên hewayî û bejahî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi ruhê fedaî yê Apocî berxwedaneke destanî dikin.

Bi gelek rêbazên şer yê dewlemend û pispor her cure êrişan pûç dikin û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin.

Artêşa Tirk a dagirker ku li Zapê xitimî û tengav bûye, tevî ku gelek teknîk û taktîk ceriband jî nekarî encamê bi dest bixe.”

HPG’ê diyar kir artêşa dagirker herî dawî şeva 12’ê Cotmehê hewl da êrişî tunelên şer ên li Girê Cûdî bike û da zanîn derbên xurt li artêşa dagirker hate xistin û ev agahî parve kir;

HPG: Di çalakiyên ji sê aliyan ve 29 leşkerên Tirk hatin kuştin

“Şeva 12’ê Cotmehê li Girê Cûdî ya bi ser herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, hêzên dagirker ji bo xwe bigihînin tunelên şer ji sê baskan ve ketin nava liv û tevgerê.

Tîmên me yên bi tevger ji sê aliyan ve li dagirkeran xistin. Di van çalakiyan de 29 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Artêşa dagirker ku li vê derê derbeke giran xwar, bi helîkopterên êrişê qad bênavber bombebaran kir û kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê bir.

HPG: Li Girê şehîd Axîn yê Xakurkê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

9’ê Cotmehê jî li Girê Şehîd Axîn yê bi ser herêma Xakurkê bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker hate xistin û di çalakiyan de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.”

HPG’ê diyar kir 11 û 12 Cotmehê artêşa Tirk a dagirker bi gazên kîmyewî, teqemeniyên qedekirî, dronên bombebarkirî, balafirên şer û helîkopterên êrişê herêmên Metîna, Zap û Xakurkê bombebarankirin.

HPG: Li Zapê 29, li Xakurkê 2 dagirker hatin kuştin

Back to top button