Idlib..piştî binketina hevdîtina Enqereyê, aliyên şer dîsa hatin ber hev

Piştî binketina hevdîtina Rûsî-Tirkî li Enqereyê, şer li herêma bi navê ”Kêmşer” gurtir bû û dewleta Tirk dîsa piştgiriya leşkerî şand herêma navborî. Tenê derdora 15 rojan de rejîma Sûrî 600 KM çargoşe li Idlib û gundewarê Helebê kontrol kir. Dewleta Tirk careke din gef li rejîmê xwar û vê carê jî behsa plana B û C kir.

Ji ber nakokiyên navbera Rûsya û dewleta Tirk de hevdîtina li Enqereyê bê encam bi dawî bû..

Ji ber ne lihevkirinê, ev danûstandin hatin paşxistin û hefteya bê dîsan aliyên navborî wê li hev bicivin.

Ya ku binketina vê hevdîtinê piştrast dike jî, şerê gur ku hem di dema civînê de û hem jî piştî civînê li dar ketî ye.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku Rêjîma Sûrî herêmên “Îkard” û “El-Eys” ên stratejîk bi dest xistin û nuqteyek din a dewleta tirk li Idibê dorpêç kir.

ŞERÊ LI IDLIB Û HELEBÊ
REJÎMA SÛRÎ: ME 600 KM ÇARGOŞE KONTROL KIRIYE

Artêşa rejîma Sûrî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên rejîmê şerê xwe li dijî çeteyên li Idlib û gundewarê Helebê dewam dike û heta niha 600 KM çargoşe kontrol kiriye.

Piştî van pêşketinan, rejîm berê xwe daye rêya navdewletî ya M5 û tenê çend herêm mane ku kontrol bike.

HERÊMÊN ”KÊMŞER”
DEWLETA TIRK ŞANDINA PIŞTGIRIYA LEŞKERÎ DEWAM DIKE

Hemwextî pêşketinên rejîmê, dewleta Tirk a dagirker jî piştgiriya leşkerî dişand Sûriyê.

Çavdêriyê tekez kir ku ji 2’ê vê mehê ve, dewleta Tirk bêhtirî 1240 erebe û alavên leşkerî û derdora 5 hezar leşkerên xwe derbasî Idlib û Helebê kirine.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
BERPIRSEKÎ TIRK JI REUTERS RE: LI IDLIBÊ HEMÛ BIJARTE PÊKAN IN

Berpirsekî dewleta Tirk ku navê xwe eşkere nekir, ji ajansa Ruetersê re axivî û diyar kir ku wan piştgiryeke pir mezin şandine Idlibê û her hemû bijarte li ser maseyê ne.

Ev tevgera leşkerî ya dewleta Tirk li Sûriyê, hemwextî 8 nuqteyên wê yên bi navê ”Çavdêriyê” ku ji aliyê rejîmê ve hatine dorpêçkirin tê.

Têkildarî van nuqteyan, dewleta Tirk careke din dema ji rejîmê re diyar kirî bibîrxist û gef li rejîmê xwar.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
DEWLETA TIRK GEFA PLANÊN ”B – C” LI REJÎMÊ XWAR

Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hilûsî Akar di axaftineke xwe li gel rojnameyeke Tirk de got:

Eger rejîma Sûrî ji nuqteyên me yên li Idlibê heta dawiya Sibatê venekişe, em ê pilanên xwe yên B û C bêxin meryetê.

Akar diyar kir ku wan planên navborî li gel Amerîkayê kordîne kirine û îdîa kir ku dê li Idlibê bên bichkirin.

Beriya Akar, serokkomarê dewleta Tirk Erdogan jî heman gef li rejîmê xwaribû.

Mijarên Girêdayi

Back to top button
Close
Close