Hemwextî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan, li dijî xaka başûr êriş pêk hatin.
Balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk ya dagirker 3 deverên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin û di encamê de 4 welatiyên sivîl şehîd bûn.
Êrişên dewleta Tirk ya dagirker li ser deverên sivîl û malên welatiyan berdewam dikin û di encamê de welatî şehîd û birîndar dibin.
Îro li Hewlêrê berpirsên Kurd hemêza xwe ji Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk ya dagirker û serokê berê yê MÎT’ê Hakan Fîdan re vedikin.
Hemwextî hedîtinan, balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk, êrişî mal û sivîlan kir.
3 caran gundê Sali-awa yê girêdayî navçeya Pênciwênê hate bombebaran kirin.
Di êrişek din ya li ser deverên welatiyan li deverên Mêr-gemîr yê dikeve herêma Biradost, malên welatiyan hatin bombebarankirin.
Di encamê de 4 welatiyên sivîl şehîd bûn.
Dewleta Tirk li navçeya Sîdekan a Hewlêrê erebeyek bombe kir
Her weha, erebeyek li ser rêya Sinînê ya ser bi bajaroka Sîdekan a girêdayî Hewlêrê jî hat bombekirin.