Hefteya 583’emîn a nobetê a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê berdewam e, komek ji Parîsê dewir kir.
”Nobeta Azadiyê” ya Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rakirina tecrîdê ji 25’ê Hezîrana sala 2012’an li bajarê Strasboûrg ê Fransayê berdewam e.
Nobet li cihê hevpar ê saziyên Ewropayê, ji aliyê Kurdên Ewropa û dostên wan ve tê dewir girtin.
Vê hefteyê 3 welatparêz ji banliyoya Drancy ya Parîsa paytexta Fransayê hatin û dest bi girtina nobetê kirin.
Fazil Kobanê ku li ser navê komê axivî, bibîrxist ku 583 hefte ne, ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nobetê digirin û got:
Nêzî 3 salin ti agahiyê me, ji Rêber Apo nîn e.
Em li ber CPT’ê ne. CPT got ku hevdîtin pê re kiriye lê tu rapor pêşkêş nekir û agahî nedan”
Fazil Kobanê bang li Kurdan kir ku dengê xwe ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bilind bikin.