Tuesday 2026/06/16
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Berhem Salih: Divê êşên gelê Şengalê bi dawî bibin û penaber vegerin ser axa xwe

June 19, 2022
in KURDISTAN
A A
Berhem Salih: Divê êşên gelê Şengalê bi dawî bibin û penaber vegerin ser axa xwe
Share on FacebookShare on Twitter

Şandeyek ji xelkên Şengalê bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re civiyan.
Di civînê de, Berhem Salih got, pêwîste êşên gelê Şengalê bi dawî bibin û penaber vegerin ser axa xwe. Hevserokê PADÊ Omer Salih jî ku di nava şandeyê de bû, diyar kir ku wan di hevdîtinê de li ser statuya Şengalê û gelek mijarên din niqaş kirine.

Ofîsa Ragihandina Serokkomarê Iraqê daxuyaniyek da û destnîşan kir Berhem Salih bi amadebûna Serokê Parastina Nîştîmanî Hemîd El-Şatirî li koşka Selam a li paytext Bexda’yê pêşwazî li şandeyek ya xelkê Şengalê kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsê Serokkomarê Iraqê Berhem Salih di civînê de wiha gotiye:

“Xelkê Şengalê ji ber tundutijî û terorê gelek êşên mezin kişandine,,

Lê li hember vê jî bi awayekî leheng li ber xwe dane.

Pêwîste êşên xelkê Şengalê bi dawî bibin û rewşa herêmê aram bibe da ku penaber li axa xwe vegerin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Serokkomarê Iraqê eşkere kiriye ku divê ji bo çareserkirin û dawîanîna pirsgirêkan, pêngavek ji aliyê Hikumeta Federal û Hikumeta Herêma Kurdistanê ve bê avêtin.

Hevserokê Padê Omer Salih: Di hevdîtinê de statuya Şengalê û gelek mijarên din hatin niqaşkirin

Ji şandeya Şengalê Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan-PADÊ Emer Salih, li ser hevdîtina bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re, ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Salih diyar kir ku şandeya Şengalê ji nûnerên hemû pêhateyên Şengalê yên Êzidî, Şîa û Sûnî, ji hemû aliyên siyasî û Rêveberiya Xweser a Şengalê, TAJÊ û PADÊ pêk hat.

Salih anî ziman ku ji bo hevdîtin pêk neyê, PDK’ê gelekî hewl da û diyar kir di civînê de li ser rewşa Şengalê bi giştî nirxandin hatin kirin.

Li gorî Emer Salih, mijara herî girîng a di hevdîtinê de hate nîqaşkirin, avakirina rêveberiyeke nû ya Şengalê bû.

Emer Salih anî ziman, ku ji bo hilbijartina Qeymeqam û rêveberên navçeyê, ji bo 6 mehan dem hatiye diyarkirin.

Hevserokê PADÊ wiha dewam kir,

“Me diyar kir, ku divê pirsgirêkên Şengalê bi diyalogê bên çareserkirin. Her biryarek li ser Şengalê bê dayin, divê bi gelê Şengalê re bê nîqaşkirin. Ji bo hilbijartina qeymeqamê Şengalê jî biryar hate dayin, ku qeymeqam ji aliyê gel ve bi dengdayinê bê hilbijartin.”

Salih da zanîn ku yek ji mijarên girîng ên hevdîtinê jî statuya Asayîşa Êzidîxanê bû û got, “Ji bo çareserkirina mijarê, ku demeke di rojevê de ye bi berfirehî nîqaş hatiye kirin. Ev nîqaş jî di wê çarçoveyê de bû, ku Asayîşa Êzidîxanê li gorî qanûnên Iraqê bibe hêzeke fermî, bi vî rengî bê qebûlkirin.”

Previous Post

Di tûra 2. a hilbijartinan de çav li Koalîsyona Nûpes e

Next Post

Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re: Nikarin bi tecrîdê û êrîşan îradeya gelê Kurd bişkînin

Weşana girêdayî

Hêlîn Umît: Tecrîd dewam be, pêvajo pêşve naçe
KURDISTAN

Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît bûyerên li Tirkiyê û Rojhilata Navîn nirxand

Agahiyên Taybet: Wê Fermandarê Giștî yê QSD Mezlûm Ebdî li Hewlêrê bi Tom Barrack re bicive
KURDISTAN

Agahiyên Taybet: Wê Fermandarê Giștî yê QSD Mezlûm Ebdî li Hewlêrê bi Tom Barrack re bicive

Rejîma Îranê 3 Kurd binçav kirin
KURDISTAN

Rejîma Îranê 3 Kurd binçav kirin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye