Aldar Xelîl: Divê gelê me li dijî sîxûran bi Hêzên Ewlehiyê re alîkar be

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl anî ziman Erdogan dixwaze têkiliyan bi Şamê re vegerîne da ku dest bi pêvajoyeke nû ya qirkirinê bike.
Her wiha da zanîn ji ber ku karê Tirkiyê bi opozisyonê nema, ew bi hêsanî firotin.
Aldar Xelîl “Pêngava Sondê” ya ku QSD’ê li dijî sîxûr û ajanan ragihandiye pîroz kir û banga parastina destkeftiyên şoreşê kir.

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Adar Xelîl, rewşa dawî ya herêmê û mijarên di rojevê de ji ajansa Hawarê re nirxandin.

Aldar Xelîl destpêkê “Operasyona Sondê” ya ku QSD’ê li dijî sîxûr û ajanan ragihandiye pîroz kir û der barê wê de ev got:

” Operasyona Sondê ji bo me operasyoneke pîroz û gelekî binirx e.

Divê heta dawî berdewam bike.

Divê gelê me li ku derê tevgereke bi guman dît hişyar be û bi hêzên ewlehiyê re alîkar be.”

Aldar xelîl balkişand li ser zêdebûna êrişên dewleta Tirk taybet piştî civîna Soçî û Tehranê û got:

“Ev êriş dide xuyakirin ku Tirkiye bi rêbazekî din erêkirin wergirtiye.”

Aldar Xelîl: Rûsya û Koalisyon di êrişên Tirkiyê de hevkar in

Aldar xelîl diyar kir ku di van êrişên ku fermandarên wan tê de tên hedefgirtin, Koalîsyon û Rûsya hevkar in û wiha domand:

” Divê gelê me bizanibe em di rewşeke şer de ne.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker dest pêkirine.

Koalîsyon û Rûsya di van êrişan de hevkar in, ji ber ku wan ranawestînin û sînorekî ji Tirkiyê re danayinin.

Mînak hevala Jiyan bi Koalîsyona Navneteweyî re li dijî DAIŞ’ê şer kir û di navbera wê û koalîsyonê de koordîne hebû.

Di vir de jî ispat dibe ku ev hêz hevkar in.”

Aldar Xelîl: Erdogan bi hevkariya Şamê dixwaze plana qirkirinê pêk bîne

Aldar xelîl derbarê li hevkirina Tirkiyê ya bi Hikûmeta Şamê re jî ev nirxandin kir:

“Erdogan dixwaze têkiliyan bi Şamê re vegerîne da ku dest bi pêvajoyeke nû ya qirkirinê bike

Ger Tirkiye Rojavayê Firatê ya di bin kontrola Rûsyayê de dagir bike, wê ne bi rêya şer be, lê belê wê bi rêya lihevkirinên bi rejîma Sûriyê re be.”

Aldar Xelîl: Ji ber karê Tirkiyê bi opozisyonê nema, ew bi hêsanî firot

Aldar Xelîl li ser rewşa opozisyonê û têkiliya wê û Erdogan a dema dawî jî wiha got:

“Erdogan dibîne ku êdî nema sûdê ji opozîsyonê digire, ji bo wê, wan pir bi hêsanî difroşe.

Êdî bi vê gavê ve opozîsyona Sûrî fêm kir ku Tirkiye wan bi kar tîne, ji bo wê jî li dijî vê gavê daketin qadan.

Bi vê yekê rastiya opozîsyonê û rastiya Tirkiyê eşkere bû.”

Aldar Xelîl: Divê her kes beşdarî bersivdayîna êrişên dagirkeriyê bibe

Dawiya nirxandina xwe Aldar Xelîl, li dijî planên dagirkeriya Tirk û hevkarên wê, ev bang kir:

Li dijî hemû pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Suryan, Kildan û Asûr hewldanên qirkirinê hene.

Divê parastina Şoreşê ne tenê li ser milê hin ciwanan were hiştin.

Pêwîst e her kes di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de bi hemû hêza xwe beşdarî bersivdayîna êrişên dagirkeriyê bibe.

Back to top button