Bi wesîleya Hefteya Lehengiyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek li navçeya Amûdê li dar xist.
Bi wesîleya salvegera 36’an a Hefteya Lehengiyê, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, bi sedan şêniyên navçeya Amûdê tevlî meşê bûn.
Di meşê de diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.
Meş ji qada Şehîd Cîhad dest pê kir heta ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê veguherî mîtîngê.
Di dawiyê de qeyda deng li ser jiyana Fermandar Egîd hate guhdarkirin.