Li Silêmaniyê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê Nûnertiya PYD li dijî êrişên dewleta Tirk daxwiyaniyek da ûbang li NY kir ku li dijî êrişan helwestekê nîşan bide. Hunermendên Silêmaniyê û Berpirsê Eniya Kurdên Feylî ya Kerkûkê Şêx Îmad Feylî jî banga rewastendina êrişên Tirkiyê kir.

Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, bertekên tund tên nîşandan.

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê Nûnertiya PYD’ê li dijî êrişên dewleta Tirk daxuyaniyek da .

Di daxwiyaniyê de hat diyarkirin ku Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê dijwar kirine.

PYD’ê daxwaz kir ku dewleta Tirk ji herêmên Rojavayê Kurdistanê ên dagirkirî vekişe û ev got:

“Divê NY û Yekîtiya Ewropa jî ji bo rawestandina van êrişan helwesta xwe nîşan bidin.”

Şêx Îmad Feylî: Divê gelê Kurd bi yekdengî li dijî Tirkiyê rabin

Deng bide hinekî

Berpirsê Eniya Kurdên Feylî ya Kerkûkê Şêx Îmad Feylî jî li dijî êrişan bertek nîşan da .

Şêx Îmad diyar kir ku divê gelê Kurd yekhelwest bin û bi yekdengî li dijî Tirkiyeyê rawestin.

Hunermendên Silêmaniyê: Hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsa êrişên Tirkiyê ye

Hunermendên parzêgeha Silêmaniyê jî tekez kirin ku Hikumeta Başûr ji êrişên dewleta Tirk berpirsyar e.

Back to top button