Li wargeha Mexmûrê çalakiya nobedê bi koma 7’an didome

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya di 20’ê Tîrmehê de ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo hatibû destpêkirin, ji aliyê koma 7’an ve hat dewr girtin.

Dewrgirtina çalakiya nobetê bi kombûna şêniyên wargehê û çalakvanan ya li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 6’emîn Îhsan Kaplan axivî.

Îhsan Kaplan di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û wiha axivî;

“Çalakiya ku em niha têde ne ji bo şikandina azadiya fîzîkî ya li ser Rêber Apo ye.

Tê zanîn ev 25 salin Rêber Apo bi awayek bê hiqûq di bin tecrîdek giran de tê ragirtin.

Bi taybet ev 29 mehin bi tu awayî agahî ji Rêbertî nayê gitin.

Bêhiqûqiyeke pir mezine ku kesek bi taybet rêberê gelekî bêmafiyek wisa lê hatiye kirin.

Li ser vî bingehê heta ku Rêbertiya me bi awayek fîzîkî azad nebe wê çalakiyên me jî bidomin.”

Li Mexmûrê çalakiya nobetê di roja 28’an de didome

Back to top button