Pisporên Ereb diyar kirin ku pergala îşkenceyê li Îmraliyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan beşeke siyaseta civata navneteweyî ye ku li berjewendiyên xwe digerin û pîvanên exlaq û nirxên mirovî li ber çavan nagirin.
Lêkolîner Wela’i Ebû Sitêt a ji Misirê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got:
“Sedema bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan berjewendine, ev tecrîd ji ber van berjewendiyan didome.
Ya girîng niha ew e ku ramanê Ocalan bi awayekî berfireh li Ewropayê belav bûye. ”
Berdevka Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan Sewsen Şoman jî anî ziman ku desthilata Tirk hewl dide ramanên Rêber Abdullah Ocalan asteng bike.
Sewsen Şoman diyar kir ku erka hemû rewşenbîr, bawermendên ew e ku derbarê ramanê Rêber Abdullah Ocalan gavên cidî biavêjin û doza wî di qadên navneteweyî de û li gel rêxistinên têkildarî mafên mirovan bidin nasîn.”