PDK nehişt malbata gêrîla Dijwar derbasî Başûr bibin-HAT NÛKIRIN

Hêzên PDK`ê nehişt malbata gerîlayê HPG’ê Dijwar Berxwedan ku nayê zanîn bê ka ji alîyê PDK’ê ve hatiye revandin an jî şehîd bûye, derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Bavê gerîla Dijwar anî ziman ku PDK bi van kiryaran hevakiriya xwe ya bi dewleta Tirk re eşkere dike.

26’ê Tîrmeha borî 3 gerîlayên HPG’ê li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin.

Îro malbata gerîlayê revandî Dijwar Berxwedan ji bo çarenûsa kurê xwe zanibin berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.

Malbat ku ji dê, bav û her du birayên Diwar pêk tên sibehê zê berê xwe dergeha Sêmalkayê.

Piştî ku malbat gihaşt deriyê Sêmalka, PDK’ê nehişt malbata gerîla Dijwar derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.

Bavê gerîlayê revandî, Hesen Şerîf: PDK’ê hevkariya xwe bi dewleta Tirk re eşkere dike

Bavê gerîla Dijwar Berxwedan, Hesen Şerîf piştî ku serlêdana wan hat redkirin axivîn.

Hesen Şerîf bi van pirsan dest bi axaftina xwe kir,

“Gelo kurê min guneh kir dema ku parastina hemû parçeyên Kurdistanê dike?.

Ma ev sûc e ku tevli nava HPG’ê bibe û şerê dijminê gelê Kurd, dewleta Tirk bike?.”

Hesen Şerîf destnîşan kir ku hin gumanê wan hene ji ber wê xwestin serdana başûrê Kurdistanê bikin.

”Lê mixabin serdana me ji aliyê PDK’ê ve hat redkirin, heta niha jî em çarenûsa kurê xwe nizanin”.

Hesen Şerîf anî ziman ku PDK’ê bi vê siyaseta xwe eşkere dike ku hevakirya dewleta Tirk a dagirker dike.

Her wiha bang li PDK’ê kir ku li pey kiryarên bi vî awayî neçe, ji ber ku parçebûnê di nav refên Kurdî de çêdike.

Birayê gerîlayê revandî, Kawa Xelef: Bila PDK’ê çarenûsa gerîlayên revandî eşkere bike

Birayê Dijwar Berxwedan, Kawa Xelef jî diyar kir ku PDK’ naxwaze Kurd Rêveberiya Xweser li Rojava ava bikin.

”Dixwaze her tim ew serweriya xwe ser tevahî Kurdistanê ferz bike da ku xwesteka dijmin, nexasim dewleta Tirk, pêk bîne.”

Kawa Xelef bang li PKD`ê kir ku çarenûsa gerîlayên hatine revandin, eşkere bike.

Back to top button