Li Serê Kaniyê madeyên bigehîn bi zehmetî tên peydakirin

Çavkaniyekî ji Serê Kaniyê ragihand ku li wir madeyên bingehîn bi zehmetî tên peydakirin û nirxên wan bilind in.

Krîzên aborî ya li Tirkiyê derketiye bandorê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî yên dagirkirin, dike.

Li gorî ANHA’yê ku xwe spartiye çavkaniyekî herêmî li Serê Kaniyê şênî bi zehmetî madeyên sereke yên debarê peyda dikin.

Çavkaniyê ku ji tirsa re newêriya navê xwe eşkere bike wiha ji ANHA’yê re dibêje:

”Li herêmê rewşa debarê pir zehmet e, nirxên kel û pelan, nexasim madeyên xwarinê zêde bilind in.

Tûpeke gazê bi 50 hezar lîreyên Sûriyê ye û tenê li cem çeteyan heye ew jî pê bazirganiyê dikin.

Nirxê tûrê nan bi hezar û 500 L.S ye, lîtrek Zeyt bi 17 hezar û 400 û kîloya çayê jî bi 46 hezarî ye.”

Back to top button