QSD’ê bîlançoya rojekê eşkere kir

QSD`ê bîlançoya rojekê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parve kir…
Li gorî bîlançoyê di encama êrişan de, 2 şervanên YAT`ê şehîd bûne û 3 jî birîndar in.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişên dewleta Tirk ên ji şeva 19`ê mehê ve dest pê kirine daxuyaniyek da.

Tê de bîlançoya rojekê ya êrişan eşkere kir.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de got:

“Dewleta Tirk a dagirker ji 3 rojan ve êrişeke berfireh li dijî herêmê bi rêya balafirên şer û yên bê mirov pêk tîne.

Bi wan êrişan kargeh û avahiyên stratejîk, nexweşxane, bîrên petrolê, mal û milkên welatiyan dike hedef.”

Li gorî daxuyaniya QSD`ê bîlanço wiha ye:

6 caran bi balafirên şer êriş pêk hat.
6 caran êriş bi balafirên bê mirov pêk hat.
Bi çekên giran, tank û moşekan 82 caran êriş pêk hat.
590 top li herêmê ketine.
45 cih û dever hatin hedefgirtin.
Çekên kîmyewî li dijî gundê Tatmeraş ê başûrê Efrînê hat bikaranîn.

  • Detayên êrişan li ser Herêmên Sehbayê wiha ne..

43 bi tank û topavêjan 36 gund û cih hatin hedefgirtin.
570 top li herêmê ketin.
14 gund bi çekên giran hetin topbaran kirin.
2 endamên hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji destdan 2 jî birîndar bûn.

  • Başûrê Efrînî..

16 caran hat topbaran kirin.
20 top li ketin.
Endamekî hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.
10 gund hatin topbaran kirin.

  • Detayên êrişan li ser Kobanê wiha ne..

Navenda Bajarê Kobanê bi balafiran hat hedefgirtin.
9 caran bi erişên bejahî êriş pêh hat.
8 dever û cih bûn ermanca êrişan.
Minbic û gundewarê wê.
2 caran êriş lê pêk hat
2 gund hatin topbaran kirin.

  • Hesekê û Gundewarên wê..

Li dijî baregeha hevbeş a YAT û Koalîsyona Navneteweyî û 2 êriş li dijî gundê Oce bi balafirên bê mirov pêk hat.
2 şervanên YAT`ê şehîd bûn 3 şervan birindar bûn.
Gundewarên Til Temir, Zirgan, Um El Xêr bûn hedefa êrişan.

  • Qamişlo û gundewarên wê..

Li dijî zeviyê petrolê yê bi navê Ewde, û li nêzî gundê Lîlan ê başûr rojavayê Tirbespiyê êriş pêk hat.
7 gund û herêm hatin topbaran kirin.

Gundewarên Dêrazorê..

5 caran bi balafirên şer bû ermanc.

Back to top button