Roberta Metsola: Em ê êrişên Tirkiyê nîqaş bikin

Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola anî ziman ku ew ê di komîteyên ewlehiyê de êrişên Tirkiyê nîqaş bikin. 

Roberta Metsola, di civîna li rûniştina nû ya Parlamentoya Ewropayê ya li Strasboûrgê de, ji Medya Haber TV’yê re axivî.

Roberta diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk nayên qebûlkirin û got: “Em bi awayê herî xurt hewil didin ku peyam bigihîje cihê xwe.

Divê em bikarin tiştên ku diqewimin û em qebûl nakin, ji cîhanê re raghînin.

Metsola anî ziman ku ew ê êrîşên dewleta Tirk di rojevê de bihêlin û axavtina xwe wiha bi dawî kir:

“Ji bo sekinandina li ser vê mijarê di komîteyên ewlehî û parastinê yên karên derve de, em ê hevdîtinan bikin.”

Back to top button