Rûsya êrişî Zaporijiya kir: 2 Kes hatin kuştin, 1 jî birîndar bû

Artêşa Rûsya bi moşekan êrişî bajarê Zaporijiya kir.
Di êrişê de, 2 kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Çapemeniya Amerîka jî dibêje, ji bo wergirtina çekan, koma çekdarên Rûsya Wagner bi Tirkiyê re ketiye nava têkliyê.

Di meha 15’an a şerê li Ukrayna de, artêşa Rûsya dixwaze bi rêya çekên giran, daxwazên xwe pêk bîne.

Di vê çarçoveyê de, artêşa Rûsya êrişî bajarê Zaporijiya kir.

Di êrişa moşekî ya li ser avahiyek sivîlan pêk hat de, bav û keça xwe mirin.

Rêveberiya Ukrayna ya bajar ragihand ku jin bi birîndarî ji bin kavilê avahiyê hatiye derxistin.

Îstixbareta Amerîka: Wagner ji bo kirîna çakan bi Tirkiyê re ketiye têkliyê

Li gorî agahiyên îstixbaratî yên ku li DYA’yê ketine destê çapemeniyê, koma çekdarên Wagner yên Rûsyayê hewl daye ji Tirkiyê çek û amûran bikire.

Di nûçeyan de tê gotin, rayedarên Wagner di meha Sibatê de bi navbeynkarên Tirk re têkilî danîbûn.

Bi vê têkliyê jî daxwaza kirîna çekên bo çekdarên Wagner yên li Malî û Ukraynayê hatibû kirin.

Grûpa leşkerî ya taybet a Rûsyayê li şûna navê “Wagner” navê “Vagner” bikar anî.

Li gorî agahiyên îstixbaratê, Serokê demkî yê Malî Assimî Goita piştrast kir ku welatê wî dikare li ser navê Vagner ji Tirkiyê çekan bikire.

Di raporê de hat diyarkirin ku derbarê agahiya hikûmeta Tirkiyê ya ji însiyatîfê de agahiyên teqez nînin û hat destnîşankirin ku nayê zanîn firotina çekan pêk hatiye yan na.

Di raporên îstîxbaratê yên ku di rojnameyên “New York Times” û “Washington Posts”ê de hatin weşandin de, hat îdiakirin ku agahiyên derbarê Tirkiyê de bi rêbaza “îstixbarata sînyalê”, hatine dayîn.

Di vê navberê de tê gotin, Wezareta Parastinê ya DYA’yê têkildarî belgeyên nepenî yên ku derketine holê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Tê gumankirin ku destê Rûsyayê di derxistina van agahiyan de hebe.

Di nav îstîxbarata eşkerekirî de karkirina ajanên taybet ên CIAyê ji bo axaftinê li pişt deriyên girtî yên lîderên cîhanê, satelaytên ku DYA ji bo şopandina leşkerên rûsî bikar tîne û planên şer ên berfireh ên Pentagonê yên ji bo Ukraynayê di zivistanê de hatine amadekirin hene.

Hat ragihandin ku Kîev bertekeke tund nîşanî derketina van agahiyan daye.

Back to top button