Li Kuweytê di 3 salan de hikumeta heftemîn!

Dewlemendiya Kuweytê heta niha nekariye pirsgirêka siyasî ya li welat çareser bike.
Niha li welat krîzeke kûr ya siyasî heye.
Di nava 3 salan de heft hikumet hatine avakirin.

Li Kuweyt ya yek ji welatên dewlemend yê Ereban e, krîza siyasî bi dawî nabe.

Hikumeta berê ya di meha Çileyê de îstifa kirî tenê karî 3 mehan li ber xwe bide.

Hat ragihandin ku li Kuweytê hikumeta nû hatiye avakirin.

Hikûmetê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku mîrê Kuweytê biryara avakirina hikumeta nû weşandiye.

Kurê Emîrê Kuweytê Şêx Ehmed Newaf el-Ehmmed el-Sabahê wê serokatiya hikûmetê bike.

Di hikûmeta nû de Wezîrê Derve Salem El Sabah û Wezîrê Petrolê Bader El Mulla weke hikûmeta berê li ser erka xwe man.

Di hikumetê de 14 wezîr hene û bi tenê du jin di nav hikumetê de cih digirin.

Ev jî ji bo Wezaretên Karûbarên Civakî hatine tayînkirin.

Di meha Adarê de, Dadgeha Destûra Bingehîn hilbijartinên qanûnî yên sala borî yên ku ji aliyê muxalefetê bi ser ketibûn betal kir û xwestibû bila vegerin ser meclîsa zagonsaziyê ya berê.

Berevajî dewletên din ên Kendavê, Kuweyt xwedî jiyaneke siyasî ya dînamîk e.

Parlamenter rêveberiya Kuweytê rexne dikin

Di salên dawî de, parlementer rêveberiyê rexne dikin.

Tevî vê yekê jî, piraniya desthilatdariyê di destê malbata El-Sbaah de ye.

Wezaretên bingehîn bi awayekî sîstematîk radestî vê malbatê tên kirin.

Bêîstiqrariya siyasî ya van salên dawî li Kuweytê rê li ber reformên vî welatî girtiye, ku her çend dewlemend be jî, nikare aboriya xwe cihêreng bike.

Welatên cîran Erebîstana Siûdî, Qeter û Îmarat ji bo cihêrengkirina aboriya xwe gav avêtibûn.

Back to top button