Li Gurcistanê hezaran kes li dijî hikûmetê daketin qadan

Li Gurcistanê bi hezaran xwepêşanderên li dijî hikûmetê daketin kolanan û gotin:
‘Em koletiya Rûsyayê red dikin’

Li Gurcistanê bi hezaran xwepêşanderên dijî hikûmetê li ber parlementoyê xwepêşandan kirin.

Di xwepêşandanan de xwepêşandêrn gotin ‘Em koletiya Rûsyayê red dikin’

Polîsan jî bi ava şid êriş bir ser xwepêşandêran û pevçûn derketin.

Dijberên hikûmetê, desthilatdar tawanbar dikin ku di bin bandora Rûsyayê de ye û ji demokrasiyê dûr dikeve.

Hikûmet bi girtina muxalîfên siyasî û bêdengkirina medyaya serbixwe tê sûcdarkirin.

Xwepêşandana protestoyî ji aliyê partiya sereke ya opozîsyonê ve ji bo piştgirîkirina serokê berê yê girtî Mihail Saakashvili hat organîzekirin.

Saakaşvilî ku di navbera salên 2004 û 2013’an de du serdemên serokatiyê kir, niha ji ber îstîsmarkirina desthilatê 6 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Back to top button