Turnuveya pîng pongê a li Kobanê bi xelatkirinan bi dawî bû

​​​​​​​Turnuveya pîng pongê ya jin û mêran a li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku li Kobanê pêk dihat îro bi dawî bû.

Turnuveya pîng pongê ya jin û mêran bi beşdarbûna 6 tîmên ji Dêrazorê, Efrîn, Firat, Reqa, Minbic û Tebqayê li Hola Werzîşê ya Şehîd Mesûd a bajarê Kobanê 7’ê nîsanê dest pê kir.

Turnuve îro bi dayîna xelatan bi dawî bû.

Ji tîmên mêran, tîma Reqayê bû yekemîn.

Ji tîmên jinan jî tîma herêma Firatê bû yekemîn, tîma Reqayê bû duyemîn û tîma Tebqayê bû 3’emîn.

Tîmên serkeftî ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin xelatkirin.

Hekemê turnuveyê Ehmed Ebas diyar kir ku ew tecrubeyên nû dibînin, û mîna vê turuveyê ji bo lîstikvanan û hekeman pir girîng e.

Back to top button