Di bermahiyên plastîkê de para herî zêde ya welatên DYA ye

Di cîhanê de guherînên rewşa avhwa bandorê li ser tevahiya zindiyan dike.
Di vê guherînê de para herî zêde ya mirovane.
Ji tiştê em dixwin heta yê li pey xwe dihêlin, dibe sedema gelek pirsgirêkan.
DYA welatê herî zêde bermahiyên plastîk li pey xwe dihêle.
Her deqeyekê de bi qasî kamyonekê plastîk valeyî deryayê tê kirin.

Li cîhanê yek ji bermahiyên herî zêde ziyanê dide xweza û deryayê plastîkin.

Li gorî lêkolîneke nû, para herî mezin a bermahiyên plastîk ên ji xwezayê re tên hiştin aîdî DYA’yê ye.

Girseya bermahiyên plastîk ên di sala 2016’an de ji aliyê DYA’yê ve hatiye hilberandin 42 milyon ton e.

Hate hînbûn ku ev miqdar bi qasî du caran ji bermahiyên plastîk ên Çîn tên hilberandin û ji bermahiyên Yekîtiya Ewropayê ku wê demê ji 28 welatan pêk dihat, zêdetir e.

Rapora ji aliyê şandeya pisporan a ji aliyê Kongreya DYA’yê ve hatiye erkdarkirin, bi sernavê “Hesabkirina rola DYA’yê ya di bermahiyên plastîk ên okyanûsa global de” hatiye amadekirin.

Rapora lêkolînê ya ku di çarçoveya Qanûna “Em Deryayên Xwe Biparêzin” Kanûna 2020’an de ket meriyetê de hat amadekirin.

Ev rapor roja Çarşemê pêşkêşî hikûmeta Amerîkayê hat kirin û ji hikûmetê hat xwestin ku gavan bavêje.

Li gorî raporê, di sala 2016’an de li DYA’yê serê her kesî çopê plastîk 130 kîlo ye.

Îngilîstan bi 99 kîlo bermahiyên plastîk her sal di rêza duyemîn de ye û Koreya Başûr jî bi 88 kîloyan li pey wê tê.

Li Çînê her sal bermahiyên plastîk 16 kîlo ye, li Almanyayê ev miqdar 81 kîlo ye.

Beriya ku Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê derkeve, serê her kesî bermahiyên plastîk ên salane 55,5 kîlo bû.

Her deqeyê kamyonek plastîk valeyî deryayê tê kirin

Li gorî raporê her sal 8 milyon ton bermahiyên plastîk tê avaêtina xwezayê.

Ango her deqeyê kamyonek plastîk diavêjin deryayê.

Bi vê rêjeyê heta sala 2030’î wê miqdara plastîkê ya ku ber bi deryayê ve tê avêtin bigihêje 53 mîlyon ton.

Ev jî bi qasî nîvê masiyên ku li seranserê cîhanê têne girtin e.

Tê xwestin pilastîkênnû neyên hilberandin

Di raporê de, ji bo çareserkirina krîzê gelek tedbîr hatin pêşniyarkirin.

Di nav van de ya sereke nehilberîna plastikên nû ye.

Tê xwestin ku malzemeyên ku di xwezayê de bi hêsanî tên tunekirin û bi hêsanî ji nû ve têne vezîvirandin bê bikaranîn.

Başkirina rêveberiya çopê, wek kêmkirina hilberên plastîk ên yek-karanîn û rakirina mîkroplastîkên ji ava çopê jî di nav pêşniyaran de ne.

Back to top button