Îsraîlê bang li hêzên Cîhanî kir: Îran we dixapîne, dawî li danûstandinan bînin

Di wextekî de ku Îran ê hêzên cîhanî li Vîanayê hewl didin çareseriyeke ji bo aloziya bernameya nuklerî re peyda bikin, Îsraîl nerazîbûn nîşan da.
Serokwezîrê Îsraîlê Bennet bang li hêzên cîhanî kir û got;
Îran we dixapîne. Hilberîna Uranyûmê dewam dike. Ji ber vê yekê lazime dawî li danûstandina were anîn.

Ev demeke li paytexta Awisturya Viyanayê, di navbera Îran û hêzên cîhanî de danûstandinên li ser bernameya nuklerî dewam dikin.

Tehran bi rêka vê diyalogê hêvî dike ku ambargoya li ser wan were bidawîkirin..

Hin welatên Rojavayî jî hewl didin aloziya nuklerî çareser bikin û careke din li peymana sala 2015’an vegerin.

Ev hêz beramberê sînorkirina xebatên Îranê yên nuklerî, dibêjin ew ê dawî li ambargoyê bînin.

Lê tam hemwextê van hevîdtinan, Îranê eşkere kir ku ew ê li stasyoneke binê erdê, Uranyumê bi rêbazên pêşketî hilberîne.

Ji ber vê yekê Îsraîlê ragihand ku Tehran bi rêya danûnstandinên Viyanayê hêzên cîhanî mijûl dike.

Serokwezîrê Îsraîlê Neftalî Bennet bang li Amerîkayê kir da ku li hemberî Îranê hişyar be û got:

Tehran “provokasyona nuklerî” weke tektîka berdewamkirina hevdîtinan bikar tîne.

Bennet li ser mijarê bi rêya telefonê li gel wezîrê karê derve ê Amerîkayê Antony Blînke axivî ê got:

Li gorî rapora dawî ya Ajansa Enerjiya Nuklerî, Îran bi rêjeya ji sedî 20 dest bi hilberîna Uranyûmê kiriye.

Ji ber vê yekê lazime yekser danûstandinên li Vîyanayê werin bidawîkirin.

Îran wê ti carî li gorî daxwazên Îsraîlê tevnegere

Rêveberiya Tehranê jî bi daxniyekê nerazîbûn nîşanî Neftalî Bennet da..

Di daxnuyaniyê de hate gotin, Îran tenê bi armanca enerjiyê Uranyûm hildiberîne û wiha dewam dike:

Dîplomatên em li Viyanayê di nava danûstandinan de ne.

Divê were zanîn ku ew ê Îran ti carî li gorî daxwazên Îsraîlê tevnegere.

Back to top button