Guterres: Divê kes birçî nemên e

Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Guterres diyar kir ku hejmara mirovên ketin bin bandora birçîbûnê, di nava sê salên dawî de bi du qatî zêde bûye.

16’ê Cotmehê Roja Xurekê ya Cîhanê ye.

Bi boneya rojê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres daxuyaniyek da û fikarên xwe yên li ser zêdebûna hejmara mirovên birçî anî ziman.

Gûterres li ser Twitterê got:

“Hejmara mirovên ku ketine bin bandora birçîbûnê di nava 3 salên dawî de bi du qatî zêde bû.”

Serokê rêxistina ji 193 endamî got, “Ji bêhêvîtiyê divê em derbasî hêvî û çalakiyê bibin” û destnîşan kir ku xwarin divê bi wî buhayî be ku her kes karibe bi dest bixe.

Pisporên NY diyar dikin ku ji ber vîrûsa coronayê, rîska şer a navneteweyî ku dema dawî zêde bû û astengiya li pêşiya xurekê ya ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê, hejmara mirovên birçî zêde bûye.

Roja Xurekê ya Cîhanê ji bo pîrozkirina damezrandina Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) di sala 1945’an de hatibû ragihandin.

Naveroka Roja Xurekê ya Cîhanê ya sala 2022’an bi dirûşma “Kesî li pişt nehêle” hate destnîşankirin.

Di Rapora 2022 a Krîzên Xurekê ya Navneteweyî de ku ji aliyê Tevna Global a li dijî Krîzên Xurekê di meha Gulanê de hate weşandin, hate ragihandin ku li 40 welatî metirsiya birçîbûnê li ser 180 milyon kesî heye.

Etiyopya, Nîjerya, Sûdan a Başûr û Yemen weke ‘deverên ku birçîbûneke giran lê heye’ hate destnîşankirin.

Misir, Ukrayna û Rûsya jî ji ber şer deverên ku zor û zehmetî lê hene, hate diyarkirin.

Tûnis û Cezayîr jî ji bo karibe bersivê bide daxwazan, li hemberî pirsgirêka birçîbûnê têdikoşin.

Li Efgxnistanê bi guhertina rejîmê ya piştî hatina Talîbanê re, krîza xurekê ya li vî welatî girantir bû.

Back to top button