Hevseroka PYD Asya Ebdullah jî derbarê mijarên di rojevê de axivî û got:
Serkeftineke di hilbijartinên Tirkiyeyê de dê dawî li pêkanînên faşîst û dagirker bîne .
Ev jî dê bandoreke erênî li ser çareseriya aloziya Sûriyeyê bike.
Asya Ebdullah bang li hemû gelên aştîxwaz, ku li dijî desthilata AKP/MHP’ê tê bikoşin.
Hevseroka PYD Asya Ebdullah, êrişên li ser Rojava , qirkirina siyasî li Bakurê Kurdistanê û hilbijartinên 14’ê Gulanê nirxand..
Asya Ebdullah diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên li ser herêmê re dixwaze propagandaya hilbijartinê bike û got:
“Beriya hilbijartinan hewl didin pêla şer zêde bikin..
Yek ji sedema aloziya Sûriyeyê dewleta Tirk e.
Niha jî van êrişan li ser herêmên me zêde dike û li herêmên dagirkirî sûcan zêde dikin.
Dixwazin van hemû êrişan bixin xizmeta propagandaya hilbijartinê ku dengan bigirin. ”
Asya Ebdullah: Bi qirkirina siyasî hewl dide pêşî li têkçûnê bigire
Der barê qirkirina siyasî ya li Bakurê Kurdistanê de Asya Ebdullah ev yek anî ziman:
“Ev encama tirsa pêşdîtina hilbijartinê ye.
Desthilata faşîst ji hêza siyasî, sazî, rêxistinên demokratîk, jinan, civaka Kurdan ditirse.
Bi van operasyonên qirkirina siyasî, çandî û li dijî jinan hewl dide pêşiya têkçûna xwe bigire ..
Erdogan ji bo desthilata xwe biparêze. Dibe ku ji bo wê rêbazên cudatir jî bi kar bîne.”
Asya Ebdullah: Têkçûna AKP-MHP gelek girînge
‘Serkeftina di hilbijartinan de dê bandoreke erênî li tevahî krîza Sûriyeyê bike.’
Bi van gotinan Asya Ebdullah bal kişand ser girîngiya xebata ji bo hilbijartinan û got:
“Têkçûna faşîzma AKP/MHP tifaqa gelê Kurd û gelan, hêzên demokratîk û jinan gelekî girîng e. ”
Asya Ebdullah: Divê ev desthilatdarî têk here
Asya Ebdullah bang li welatiyên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê mafê bikaranîna dengdayînê bi dest xistine, kir û got:
“Guh nedin propagandayên Erdogan.
Ji bo çareseriya siyasî li Sûriyeyê divê ev desthilatdarî têk here.
Têkçûna desthilatdariyê ji bo gelê Sûriyeyê jî dê serkeftineke mezin be.”