QSD encama êrişên 24 saetan eşkere kir

Navenda Ragihanfina QSD’ê encama êrişên dewleta Tirk ê 24 saetan eşkere kir.
Li gorî QSD’ê dewleta Tirk êrişî çavkaniyên jiyanê dike û sûcên şer pêk tîne.
QSD”ê piştrast kir ku dewleta Tirk bi balafiran destekê dide DAIŞ’ê û hewl dide çeteyan birevîne.

Navenda Ragihandina QSD’ê encama 24 saetan a êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî eşkere kir.

QSD: Dewleta Tirk sûcên şer dike û alîkariyê dide DAIŞ’ê

QSD’ê eşkere kir ku dewleta Tirk di van êrişên xwe de sûcên şer kiriye û alîkairiyê dide çeteyên DAIŞ’ê.

Di daxuaniya xwe de bal kişand ser êrişên li dijî çavkaniyên jiyanê û got:

Bi êrişên li dijî binesziyê, sûcên şer ê navdewletî pêk tîne.

Dixwaze jiyana gel xera bike û û derbê li vîna berxwedana wî bixe.

Lê belê berovajî wê her ku diçe tekoşîna me mezinter dibe.

QSD’ê êrişa li dijî Kampa Holê û zindana Çirkînê ya Qamişlo jî bibîrxist û ragihand ku Dewleta Tirk bi balafiran destekê dide DAIŞ’ê û hewl dide çeteyan ji zindan û Kampan birevîne..

Hêzên Sûriya Demokratîk têkildarî êrişan van agahiyan parve dike:

116 gund û bajarok bi balafirên şer, keşif û çekên giran bûn armanc.

  • Li herêma Efrînê:

22 gund û bajarok bi 475 obus û 215 guleyên bombeavêj hatin armanckirin.
Li tepê Meysê 2 leşkerên Hikûmeta Şamê birîndar bûn.

  • Herêma Cizîrê..

3 gundên Til Temirê bûn armanca êrişan.
Li gundê Hemra , di êrişa balafirê de 2 şervan şehîd û 3 jî birîndar bûn.
Li Zirganê dagirkeriya Tirk bi top û balafiran êrişî 10 gndan û bendekî hêzên Asayîşê kir.
Endamekî Asayîşê şehîd û 3 jî birîndar bûn.
Li Qamişloyê jî erebeyek welatiyan û cihekî sivîlan hatin bombekirin û 3 kes birîndar bûn.
Her wekî bi rokêtan êrişî 12 deverên cuda ji tax û gundan kir.
Li hêla Tirbespiyê jî êrişî li dijî çavkaniyên jiyanê pêk hatin..
Bîreke petrolê, Stasyona Kehrebê ya li Mizgeftê, cihê belavkirina mazotê li gundê Odê, bûn amrnaca balafirên dewleta Tirk.
Li Dêrikê bi taybet li cihê belavkirina Mazotê di navbera li Til Koçerê êrişa balafir şer pêk hat û 3 welatî birîndar bûn.
Stasyona Swêdiyê, cihê Mazotê li gundê Eltifa bûn armanca êrişan û zirarên madî çêbûn.
Li Dêrik, Tirbespî û Çilaxa, 8 gund bi balafiran hatin bombekirin
Êrişên dewleta Tirk gihşatin Holê ya li Rojhilatê Hesekê..
3 caran bi balafran êrişî hêzên ewlehiya Kampa Holê hat kirin.

  • Herêma Firatê..

15 gundên Kobanê, 4 gundên Girê Spî,4 gundên Reqayê, 8 gundên Minbicê,gundekî Sirînê, 3 gundên Tirwaziyê hatin topbarankirin.

Back to top button