Artêşa Tirk li Eyn Îsa 2 sivîl birîndar kir

Dewleta Tirk a sondxwariye kurdan qir bike, êrişan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.

Artêşa Tirk cardin gundê Mielek û kampa Eyn Îsayê topbaran kirin , di encamê de sivîlek birîndar bû .

Dewleta Tirk a dagirker vê sibehê gundê Mielek û kampa Eyn Îsayê topbaran kirin.

Li gorî agahiyan di encama topbaranê de şivanek birîndar bûye.

Her wiha doh êvarî jî di encama topbarana li ser gund de maleke sivîlan şewitî.

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmanê Minbicê geriyan

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê doh ragihand ku balafireke keşfê ya artêşa Tirk li ser xeta eniya Sacûrê, gundê Ewn û gundên derdorê yên bakurê Minbicê digeriya.

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmanê Kobanê geriyan

Heman demê balafireke keşfêyî din ya dewleta Tirk li asîmanê Kobanê û gundewarên wê jî digeriya.

Back to top button