QSD’ê di roja 3’yemîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê de 6 êeteyên DAIŞ’ê girtin û rêjeyek çek û madeyên teqemeniyê desteser kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên roja 3’yemîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di operasyonên serdegirtin û paqijkirinê de yên li dijî baregehên terorîstan û gumanbaran de, 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Her wiha hêzên QSD’ê dest danîn ser çekên klaşînkov, gelek mayîn ku ji bo teqînê hatibûn amadekirin, 5 telefon û laptopek.