HPG: Li Zap, Avaşîn û Xakurkê 13 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê li başûrê Kurdistanê rojane derbên giran li artêşa Tirk didin.
HPG’ê ragihand di encama çalakiyan de li Avaşîn, Zap û Xakurkê 13 dagirker hatin cezakirin.
Her wiha hat diyar kirin çeperek hate rûxandin, derb li droneyekê jî hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê û çalakiyên gerîla daxuyaniyek da.

HPG’ê ragihand hêzên gerîla li Avaşîn, Zap û Xakurkê çalakiyên xurt li dijî dagirkeran lidar xistin û ev agahî parve kir;

“Li herêma Avaşînê 8’ê Gulanê hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê xistin. Do encama çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Li herêma Zapê 8’ê Gulanê hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Kurojahro xistin.

Heman rojê li girê Şehîd Şemdîn ê li Qada Kurojahro çepereke dagirkeran hate rûxandin û 6 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

Heman rojê li Qada Kurojahro li dijî dagirkerên li dora çeperên şer ên li Girê Şehîd Harûn ji du baskan ve çalakî hat lidar xistin.

Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de hêzên me li droneyekê xistin ku li ser qadê digeriya.

Dîsa heman rojê li Qada Şehîd Şahîn, hêzên me li helîkopterên êrişê xistin ku dixwestin bombeyan li çeperên şer bibarînin.

Li herêma Xakurkê jî 6’ê Gulanê li Girê Şehîd Derwêş, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran bi awayekî serketî li dagirkeran dan.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku 7 û 8’ê Gulanê herêmên Xakurkê, Zap, Avaşîn û Metîna bi balafir, helîkopter û ji aliyê qereqolên ser sînor ve hatin bombebaran kirin.

HPG’ê ragihand di bombebarana li ser qada Şekîf ya Xakurkê de welatiyekî ku pincar berhev dikir birîndar bû.

Back to top button