51 Transên kehrebê wê li herêma Cizîrê werin belavkirin

Nivîsgeha Enerjiyê ya herêma Cizîrê ragihand ku 51 transên kehrebê yên nû dê li hin deverên herêma Cizîrê bên belavkirin.

Hevserokê Nivîsgehê Ekrem Silêman derbarê mijarê de li pêş nivîsgeha Rimêlan daxuyanîyek da.

Ekrem Silêman diyar kir ku ji 3 salan ve pergala kehrebê li herêma Cizîrê ji aliyê kesên xirab ve tê dizîn û talankirin.

Silêman destnîşan kir ku kesên transên kehrebê yên gundan dizîne barek li ser welatiyan çêkir û got:

“Ji ber wê Rêveberiya Xweser wê bi rêya Nivîsgeha Enerjiyê transên kehrebê yên nû li van gundan deynin.

Li gorî daxuyaniyê dê transên kehrebeyê li Hesekê, Şedadê, Hol, Amûdê,Qamişlo, Til Hemîs, Til Brak, Tirbespiyê û Dirbêsiyê werin belavkirin.

Back to top button