Sûdanî: Guftûgoyên ji bo avakirina hikumetê didomin

Mihemed Şiya Sûdanî yê ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatî erkdarkirin, diyar kir ku ji bo avakirina hikûmetê guftûgoya li gel aliyên siyasî dewame

Ofîsa Mihemed Şiya Sûdanî yê ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatî erkdarkirin ragihand ku ji bo avakirina hikûmetê guftûgoya li gel aliyên siyasî dewame.

Ofîsê got: “Em hevdîtinê ligel namzetên hêzên siyasî yên ji bo wezîran diyar kirîn dikin.

Hevdîtina li gel namzetan bi rêya lijneyek taybet tê kirin ku ji komek şêwirmend pêk tê.”

Tê gotin wê ew namzetên hatîn hilbijartin piştî hevdîtinê navê wan were ragihandin û dema civîna parlamentoyê ya ji bo erêkirinê were diyarkirin.

Piştî 13’ê Cotmehê Letîf Reşîd bû Serokkomarê Iraqê Sûdanî ji bo avakirina hikumeta nû erkdar kiribû.

Li gorî zagonên Iraqê, eger Sûdanî heta 30 rojan nekarî hikumetê ava bike, ev erk wê ji bo keseke din were dayîn.

Back to top button