YJA Star ji bo 30. salvegera artêşbûna jinê daxuyaniyek da

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star derbarê 30. salvegera avabûna artêşbûna jin û şehadeta Bêrîtan daxuyaniyek da.YJA Star da zanîn ku ew ê di sala 30’emîn de bi şer û şêwaza jiyanê ya Rêber Apo serketinê misoger bikin. Serketin wê ya fedaiyên nemir ên xeta Bêrîtan be.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi boneya 30. salvegera avakirina artêşbûna jinê daxuyaniyek da.

YJA Star di şexsê fermandara xeta têkoşîna azadiya jinê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de şehîdên meha Cotmehê bi bîr anî.

YJA Star: Xeta bêrîtan israra di azadiya jinê de ye

YJA Star teqez kir ku ew ê bi şêwazê Rêbertî xwedî li mîrateya azadiyê ya jinê ya şehîdan avakirî derbikevin û got:

“Hevalên me yên jin ên di vê mehî de ku ji meşên mezin û serhildanên dîrokî re şahidî kiriye gihiştine şehadetê, hucreyên kok û çavkaniya bingehîn a rûbara azadiya jinê ya diherike ne.

Artêşa jinê ji bo jinên di xeta azadiyê de dimeşin bû çeka azadiyê.

Bi hezaran jinên ku guh dane banga Bêrîtan a azadiyê, îro li çiyayan bi awayekî fedaî li berxwe didin û bersiva herî watedar didin banga Bêrîtan. Artêşa jinê ku îfadeya pêkhatî ya xeta şer a Bêrîtan e, ev 30 sal in li çiyayan wek topa agir mezin dibe û veguheriye kabûsa faşîzm, dagirkerî û koletiyê.

YJA Starê da zanîn ku bi sedan jinan li ser xeta Bêrîtan, Azîme û Zîlanan dest bi meşa azadiyê kirin û israra jinan a di azadiyê de bi beden kirin û got: Artêşa jinê ya YJA Starê li hemberî koletiya jinê ya bi hezaran salan tercîha jiyana Bêrîtanî ye.

Û bûye berxwedana herî radîkal a xweparastinê ya zincîrên lingan û kelepçeyên destê jinan şikand.

YJA Star: Em her kesê azadîxwaz vedixwînin berxwedanê

Di dawiyê de YJA Star destîşan kir ku li çiyayên Kurdistanê li Avaşîn, Zap û Metîna bi çekên kimyawî, bombeyên gazê êrîşek mezin tê kirin, li hemberî van êrîşan artêşa jin bi vîna xwe ya qawîm hem li çiya û hem jî li navenda emperyalîzmê, li mêtingeriyê dixe.

Çawa ku tovê di meha Cotmehê de li axê hatiye çandin di biharê de şîn dibe, fermandar, pêşeng, hevrê û hevalên me yên ku di vê mehê de ax pîroz kirin, bûn tovên azadiyê ku jinê bigihînin biharê.Weke gerîlayên YJA Starê em ê di sala 30. de bi şêwazê şer û jiyanê ya Rêber Apo serketinê misoger bikin.

Back to top button