NPG’ê bîlançoya şerê salekê eşkere kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê bîlançoya şer a salekê eşkere kir.
Li gorî NPG’ê Dagirkeran 3730 carî bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, êrîş kirin.
2833 dagirker hatin cezakirin.
Di êrîşan de 259 gerîla şehîd bûn.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bîlançoya şerê salekê yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere kir.

NPG: Armanca dewleta Tirk xwegihandina sînorên Mîsaq El-Millî bû

NPG’ê di daxwiyaniyê de ev yek got:

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hemû hêza xwe komî ser hev kir û êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Li hemberî van êrîşan Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi berxwedaneke dîrokî li ber rabûn.

Nehiştin rejîma AKP-MHP’ê bigihêje armanca xwe.

Rejîma faşîst xwest bi dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê re Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê lewaz bike.

Di serî de Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojavayê Kurdistanê

i dagirkirina herêmên nû xwest sînorên Mîsakî Mîllî temam bike.

NPG: Gerîlayên azadiyê bi ruhê fedayî bersiv da dagirkeran

NPG’ê destnîşan kir ku dagirker di sala 2021’ê de nekarî vê bi ser bixîne.

Dagirkeran di sala 2022’an de li ser bingeha heman konseptê li dijî Gerîlayên Azadiyê çekên kîmyewî û qedexekirî bi kar anî .

Rejîma faşîst ji Gladiyoya NATO’yê û hêzên xayin noker ên herêmî piştgiriyeke eşkere û veşartî wergirt.

Di 14’ê Nîsana 2022’an de bi êrîşên berfireh ên hewayî li ser Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi êrîşeke dagirkeriyê kir.

Lê belê gerîlayên azadiyê bi ruh û îradeya fedaî ya Apoyî li Zap, Avaşîn û Metînayê berxwedaneke destanî kirin.

li dijî êrîşên ku sûcê li dijî mirovahiyê û sûcê şer e, çeper û hebûna xwe parastin.

Pêşî li dagirkeriyê girtin û nehiştin bi ser bikevin.

Di encama vê yekê de jî artêşa Tirk dawiya sala 2022’yan neçar ma ku dest ji hin deveran berde û xwe vekişîne.

NPG: Dagirkeran 3730 carî bi bombeyên qedexekirin êriş kirin

NPG’ê piştrast kir ku afirandina encameke bi vî rengî ya dîrokî, ne hêsan bû.

“Di pêvajoya şerê salekê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê 259 hevrêyên me şehîd bûn.

NPG: 2833 dagirker hatin cizakirin

2833 dagirker hatin cezakirin, 387 jî birîndar bûn.

Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tank, obus û çekên giran bi deh hezaran carî hatin bombekirin.

4233 caran bi balafiran û 5628 caran jî bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Çeperên me yên berxwedanê 3730 carî bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.”

Back to top button