Di festîvala Almanya de danasîna paradîgmaya Rêber Apo hat kirin

Jinên Kurd di Festîvala Piraniyê ku bi pêşegiya komên antîfaşît li Dûîsbûrgê hat lidarxistin de danasîna paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwarinên Kurdî kirin.

Festîvala Piraniyê ya 2023’an bi pêşengiya komên Antîfaşîst li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê hat lidarxistin.

Di festîvala ku 18’ê Tebaxê destpê kir û heta 20’ê Tebaxê dewam kir de Meclîsa Jinê ya Asya Yuksel a Dûîsbûrgê stand vekir.

Jinên ku der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî dan, her wiha ji bo danasîna xwarinên Kurdî jî xwarinên herêmî çêkirin.

Di dawiya festîvalê de jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd panela “Jin, jiyan, azadî” hat lidarxistin.

Back to top button