Li Tebqa ji bo zarokan nexweşxaneyek tê avakirin

Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê li gorî plansaziya xwe ya sala 2023’yan dest bi avakirina pirojeyên xwe dike.

Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê ji bo pêşxistina qada tenduristiyê li herêmê yekemîn nexweşxaneya zarokbûnê li Tepqayê avadike.

Nexweşxane li rojhilatê nexweşxaneya Niştîmanî ya li nêzî taxa 3’yemîn a bajêr e.

Rûbera wê hezar û 100 metreçargoşe ye.

Ji 2 qatan û jêrzemînekê wê pêk were ku tê de 50 nivîn, 20 hewzên zarokan, 2 odeyên neştegeriyê, odeyeke înaşê û dermanxaneyek hebin.

Nexweşxane wê di 9 mehan de bê amadekirin.

Li gorî hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê Newres Îbrahîm nexweşxane wê xebatên dermankirinê bê pere ji şêniyan re pêşkêş bike.

Back to top button