“Nîqaşên li ser Rêber Apo têne kirin, gelekî bê exlaq in”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok got:
“Di hilbijartinê de ya ku têk biçe wê ne tenê faşîzma AKP-MHP’ê be.
Di şexsê faşîzma AKP-MHP’ê de wê polîtîkayên qirkirinê yên sed salî têk biçin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok tecrîda li ser Rêber Apo û pêvajoya hilbijartinên 14’ê Gulanê ji ANF’ê re nirxand.

Xebat Andok diyar kir ku di vê pêvajoya hilbijartinê de tecrîda li ser Rêber Apo hîn zêdetir hatiye şidandin û ev tişt anî ziman:

“25 meh in bi ti awayî agahî ji Rêberê me nayê wergirtin.

Ev yek radixe pêş çavan bê tecrîd çiqasî hatiye mayindekirin.

Bêguman her kes bi rengekî cuda Rêber Apo fêhm dike.

Fêhmkirina gelê Kurd cuda ye, fêhmkirina faşîzma AKP-MHP’ê, rejîma qirker cuda ye.

Parêzerên Rêber Apo di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku nabe Rêberê me bi ti awayî weke amûrekê bê nirxandin. Daxuyaniyek di cih de ye.

Rejîma qirker, muxalefeta nava sîstemê giraniyê didin ser vê mijarê.

Gelek nîqaş li ser Rêber Apo têne kirin. Nîqaşên gelekî bêexlaq in. ”

Hilbijartin parçeyekî şer e, qonaxeke şer e

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok da zanîn ku hilbijartin di çarçoveya şer de tê kirin û wiha domand:

“Hilbijartin parçeyek ji şerê heyî ye, mîna qonaxeke wê ye.

Di vê şerê de dixwastin bi qirkirina Kurdan, bi tasfiyekirina PKK’ê derbasî sala 2023’yan ango 100’emîn a Komarê bibin

Lê di vê şerî de berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurd, Gerîlayên Azadiyê û Rêber Apo nehişt ku ew encamê bi dest bixin.”

Di şexsê AKP-MHP’ê de wê polîtîkayên şer ên sed salî têk biçin

Xebat Andok destnîşan kir ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de serketina Tifaqa Ked û Azadiyê wê di asta şoreşa demokratîk de guhertinên mezin pêk bîne û got:

“Di hilbijartinê de ya ku têk biçe wê ne tenê faşîzma AKP-MHP’ê be. Di şexsê faşîzma AKP-MHP’ê de wê polîtîkayên qirkirinê yên sed salî têk biçin.

Komara Tirkiyeyê bivê nevê wê bikeve nava pêvajoyeke guherînê. Ji ber ku bi ya heyî nabe. Îradeyek li hember rabûye.

Wê pêvajoyeke nû ya têkoşînê destpê bike. Bivê nevê ev yek wê pêk were. Têkoşîna me ya heyî ji xwe wê bidome.

Serketina Hêzên Ked û Azadiyê, wê bibe têkçûna tifaqa AKP-MHP’ê wê bibe têkçûna alîgirên wî weke Hûda Par û PDK’ê.

Bê têkçûna rejîma faşîst re wê pêvajoyeke nû ya têkoşînê destpê bike.”

Rizgariya ji faşîzmê wê aramiyê ji bo her kesî bîne

Xebat Andok destnîşan kir ku rizgariya ji vê rejîma qirker, rizgariya ji faşîzma AKP-MHP’ê ye û got:

“Rizgariya ji faşîzma AKP-MHP’ê wê bêhnê bîne ber Kurdan, gelan, ciwanan, kedkaran, bindestan û karkeran”

Back to top button