Berhem Salih: Divê dewleta Tirk êrîşên xwe yên li hember xaka Iraqê rawestîne

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê da û diyar kir ku pêwîst e dewleta Tirk êrîşên xwe yên li hember xaka Iraqê rawestîne.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li Qesra Bexda ya li paytext Bexdayê bi balyozên welatên Ereb re civiya.

Têkildarî mijarê Ofîsa Çapemeniyê ya Serokkomariyê daxuyaniyek da.

Li gor daxuyaniyê Serokkomar Berhem Salih di civînê de diyar kir ku pêwîst e rêveberiya Enqereyê êrîşên xwe yên li hember xaka Iraqê tavilê rawestîne û got, “Divê binpêkirinên leşkerên Tirk bi dawî bike.

Operasyonên mewzûbehs hem binpêkirina serweriya Iraqê hem jî binpêkirina ewlehiya herêmê ye.

Welatiyên bira û Komkara Erebî divê li hember binpêkirinên Tirkiyeyê yên li Iraqê didomin helwest bigirin.”

Ligel vê nûnerên welatên Ereb jî bal kişandin ku piştgiriyê didin hewldanên Iraqê yên têkildarî parastina serwerî û xaka xwe ya li hember mudaxeleyên derve.

Back to top button