Li Kobanê û Minbicê cenazeyên 4 cangoriyên azadiyê hatin veşartin.
Îro şêniyên Kobanê cenazeyê şervanên QSD’ê Şêx Mihemed Şêxo (Ferman Kobanê) yê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li ser gundê Hoşiyê yê Eyn Îsayê şehîd bûye û Şervan Mistefa (Şervan Kobanê) yê ku Dêrazorê şehîd bûye, bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle spartin axê.
Di merasîmê de hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Herêma Firatê Arif Balî axivî û bang li gel û malbatên şehîdan kir ku ala şehîdan bilind hildin.
Li Minbicê jî bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Feysel Şewax û şervanê Tûgeya Siwar Idlibê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan spartin axê.
Li goristanê berdevkê Tûgeya Siwar Idlib axivî û got: “Em soz didin şehîdên xwe ku em ê li ser rêya wan bimeşin heta ku herêmên dagirkirî û dagirkeriya Tirk û rêxistinên terorîst biparêzin.