Li Helebce û Kelar çalakî hatin lidarxistin

Xelkên bajarê Helebçe û Kifrî ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakî lidarxistin. 

Doh li Helebce komek çalakvan ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, kombûn û daxuyaniyek dan.

Çalakvanan diyar kirin ku ewê li dijî faşîzim û terora ku li hember gelê Kurd û gelên din ên Îranê tê meşandin, bisekinin.

Li bajaroka Kifrî ya navçeya Kelar a Germiyanê jî bi heman armancê çalakiyek girseyî hat lidarxistin û bi dehan kes tevli bûn.

Di çalakiyê de li ser navê çalakvanan daxuyaniyek hat xwendin û têde kuştina Jîna Emînî hat şermezar kirin.

Çalakvanan bang li hemû hêz û aliyên Kurdî kirin ku li dijî zilma li ser Kurdan tê meşandin yekitiya xwe ya netewî çêkin.

Back to top button