‘Kampa Holê bûye cihê îdeolojiya DAIŞ’ê’

Çeteyên DAIŞ’ê di kampa Holê de metirsiyekê di nava penaberan de çêkiriye ku lê ferz dikin ku li gorî fikrên wan tev bigerin, heke na wê bên kuştin.

Hanî Omar ji parêzgeha Felûca ya Iraqê ye û yek ji wan kesan e ku rastî hewldaneke kuştinê hatibû.

Omar diyar kir ku di kampê de çeteyên DAIŞ’ê bi serbestî tev digerin, ji ber ku di her beşekê de gelek çeteyên wan ên îstîxbaratê hene.

Hanî Omar wiha berdewam kir:

“Ez rastî hewldaneke kuştinê hatim, ji ber ku ez li gor wan tevnedigeriyam, bi îdaya ku ez bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re kar dikim, xwestin min bikujin.”

Omer diyar kir ku rojane di kampê de 3-4 hewldanên kuştinê çêdibin.

Welatiyê bi navê Ramî Nasir jî ku ji bajarê Dêrazorê ye, yek ji wan sîvilan e ku rastî hewldana kuştinê hatibû.

Nasir got: “DAIŞ’ê bi hinceta ku ez îstîxbarat im, xwestin min bikujin.”

Ramî Nasir diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê herî zêde zarok û ciwanan dikin armanc, Zarokên DAIŞ’ê bi fikra ku ‘divê tu tola bavê xwe hildî’ tên perwerdekirin.

Ramî Nasir got divê destwerdaneke lezgîn li kampa holê were kirin.

Back to top button