Partiyên Swêdê: Na ji tifaqa Swêdê ya bi dewleta Tirk re

Partîyên çep, komînîst, femînîst û Komîteya Rojava ya Swêdê bi daxuyaniyeke li dijî tifaqa Swêd û dewleta Tirk derketin û gotin: YPG, YPJ û PKK ne terorîstin, yên terorîst Erdogan e, na ji tifaqa Swêdê ya bi dewleta Tirk re!

Dewleta Tirk ji bo namzetiya Swêd ya Natoyê qebul bike, statûya Rêveberiya Xweser xistiye mijara bazarê.

Di çalakiya ku li bajarên Goteborg û Malmo yên Swêdê, pêk hat de li ser navê çalakvanan parlamenterê partiya Çep ê Sûryan Tony Hadaoû axivî.

Tony Hadaoû got:

“PKK, YPG û YPJ’ê ji bo azadiya gelan têdikoşin ne terorîst in, hêviya jiyaneke alternatîf dane me.

Terorîst Erdogan û dewleta Tirk in ku hem li welatê xwe û hem jî li derveyî welat bi deh hezaran mirov qetil kirin.

Li dijî gerîla çekên kîmya wî kartînin, piştgirî didin DAIŞ’ê nasnameya kurdan xedexe dikin, ewin terorîst”

Çalakgeran diyar kirin ku Erdogan di berdêla endametiya Swêdê ya NATO’yê de dixwaze êrişê Rojava bike.. Li dijî vê yekê em ê li rex Kurdan û PKK’ê bin.

Back to top button