Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh careke din bi dijwarî êrişî herêmê kir .
Duh derengî şevê jî êrişî Kobanê kir.
Dewleta tirk a dagirker duh bi şev navbera gundê zor mixar û şêxler yên kobanê bi dijwarî topbaran kir.
Beriya wê bi çend kêliyan jî heman dagirker gundê Qentera û derdora Soxanekê yên navçeya Şêrawayê topbaran kir
Li hêleke din dewleta Tirk a dagirker duh careke din navenda navçeya Zirganê topbarana kirin..
Li gor hatî ragihandin ku dagirkeriyê avahiya Asayîşê, postexane û burcê peywendiyan a li navenda navçeya Zirganê kir hedef.
Her wiha dagirkeran malek li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê kir hedef û di encamê de zirarên madî çêbûn.