Dewleta Tirk 400 çeteyên din şandin Lîbyayê

Çavdêriya Sûrî ragihand ku dewleta Tirk ji bo piştgirya hikûmeta Serac a Ixwana Mislimîn 400 çeteyên din şandin Lîbyayê. 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku dewteta Tirk 400 çeteyên din şandin Lîbyayê.

Bi vî awayî jimara çeteyên ku Tirkiyê şandine Lîbyayê gihişt 11 hezar û 600, ku ji wan 351 hatine kuştin.

Çavdêriyê eşkere kir ku di nava çeteyên Sûrî de ku Tirkiyê ji bo şer ew şandine Lîbyayê, mangirtin çêbûye.

Çavdêriyê diyar kir ku ev mangirtin li dijî pêvajoya leşkerkirinê, ji ber têkçûnên mezin ku li eniyên şer gihiştiye wan û nedayîna mûçeyên wan, derketiye.

Li gorî çavdêriyê, Enqere fişareke mezin li serçeteyên Sûrî dike, da ku çeteyên xwe bişînin Lîbyayê.

Back to top button