Sana: 5 leşker hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn

Li Çolistana Sûriyê careke din êriş pêk hat. Di êrişê de 5 leşker hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.

Ajansa Sana ya hikumeta Şamê li gorî çavkaniyeke leşkerî ragihand ” 5 leşkerên hikumetê di encama êrişekê de hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.”

Li ser detayên vê êrişî jî ajansê li ser zimanê heman çavkaniyê ev agahî dan:

“Erebeyeke leşkerî li çolistana Sûriyê rastî êrişeke bi moşekan hat.

Êriş derdora seet 7’an pêk hat.

Tê de bi moşekan çeteyên DAIŞ’ê êrişî erebeyê kir.

Paşê bi topan erebe hat armancgirtin.”

Ajansê li ser encama êrişê jî, eşkere kir ku 5 leşker hatine kuştin.

Ji bilî wan, 20 leşker jî birîndar bûne.

Li gorî ajansê çeteyên DAIŞ’ê ev êriş pêk aniye.

Back to top button