TJK-E û KCDK-E li dijî êrişên qirkirinê banga çalakiyan kir

Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) bi bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin ku êrîşên dewleta Tirk, gihiştine asta herî xeternak.
û wiha bang kirin”Dewleta Tirk a dagirker teşhîr bikin û dakevin kolanan nerazîbûnên xwe nîşan bidin.”

Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê didomîne.

Herî dawî doh li başûr 4 welatî li rojava jî wesayîta JIN TV kir armanc û karkereke ragihandinê şehdî bû rojnamevanek jî birîndar bû.

Têkildarî van bûyerên dawî Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) bi bi daxuyaniyeke hevbeş dan.

Saziyên navborî di daxuyaniya hevpar de erişên deweleta Tirk li ser Bradostê û hedefgitin rojnamegerên JIN TV şermezarkir û wiha got:

“Em van komkujiyên ku hem wextî hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan a bi hikûmeta Başûr re pêk hat, bi tundî şermezar dikin.

Hedefgirtina jinên azad ku pêşengiya paqijkirina sînorên Rojhilatanavîn û Kurdistan ji çeteyên DAIŞ’ê parastin û bê dengiya hikûmeta Iraqê û başûr ku ji erîşên domdar bê dengin şermezar dikin.

Erişên giran derheqê sivîl û rojnamevanan ,berpirsyariyeke mezin ferz dike li ser aliyên navnetweyî ku erkên xwe yên exlaqî, wijdanî û hiqûqî pêk bîne û bê deng nemîne.”

TJK-E û KCDK-E: Divê li hember êrişên li ser rojnamevanan kes bêdeng nemîne

Tevgerên kurdistanî destnîşan kirin ku bê navber dewleta Tirk sûcan dike û tevahî aliyên navnetweyî û rêxistinên mirovî bê dengin û wiha berdewamî da axaftinên xwe:

“Dewleta Tirk rojnamevanan dike hedef ji ber ku çi mediya civakî be yan jî bi dosiyên taybet rastia dagirkeriyê ji raya giştî re eşkere dike.

Li gel vê yekê divê saziyên navneteweyî li hemberî van êrîşan helwesteke zelal nîşan bidin û dawî bêdengiya xwe bînin”

TJK-E û KCDK-E’yê di dawî de bang li raya giştî kurdî taybet jî kurdistaniyên li Ewropa, Kanada û Awûstralyayê kirin ku li dijî sûcên dagirkeriya tirkiyê dakevin qadan.

‘Divê êdî saziyên mirovî û navnetewî bi erkên xwe rabin’

Back to top button