Berdevka Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê Sabahat Înal Acar ku êrişên desthilata AKP-MHP’ê yên li ser goristan û cenazeyan wekî “hovîtiyê” pênase kir, got: “Ev nêzîkatiya li hemberî cenazeyan hovîtî ye û nîşan dide ku mirovahî nemaye.”
Sabahat Înal Acar diyar kir ku ev pêkanînên desthilata AKP-MHP’ê nêzîkatiyeke dij-dînî û li dijî kurdan e û wiha got:
“Ev pêkanîn, pêkanînên Emewiyan û Fîrewîn in.
Pêkanînên li dijî mirovahiyê ne.
Ev desthilat li ser xwîna kurdan siyaseta xwe didomîne.
sabahat Înal Acar: AKP-MHP xwe dikin şîrikê xwedê
Sabahat Înal Acar herî dawî got: Desthilata faşîst bi êrişên li cenazeyan re dixwaze ji Xwedê re şirîkekî çêbike.
Goristan bombebaran kirin ti pîvanên ole kî de nîne.
Lê belê desthilata AKP-MHP’ê goristanan bombebaran dike, xera dike û dişewitîne.
Ger mirovek jiyana xwe ji dest dabe û bê xwestin bi wecîbeyên olî bê definkirin, kes nikare pêşî li ber vê bigire. Astengkirina vê înkarkirina dîn e. Rabûna li ber pîvanên xwedê ye.”