Desteya Tenduristiyê: 22 kesên din bi vîrûsê ketin, 3 jî jiyana xwe ji dest da

Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêketina 22 kesan û mirina 3 kesên din, bi vîrûsa Coronayê hat tomarkirin.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 22 rewşên din hatin tomarkirin, ew jî wiha ne:

5 li Hesekê

7 li Qamişlo

4 li Dêrikê

Yek li Rimêlan

Û 5 jî li Şehbayê.

Desteyê eşkere kir jî ku 2 kesên din li bajarê Hesekê û jinekê li Qamişlo jî, jiyana xwe ji dest da.

Desteyê her wiha da zanîn ku 4 kesên din ji vîrûsê baş bûne.

Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan bi giştî bû 204 kes, ji wan 21 kes baş bûne, 13’an jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button