Dosya 49 efserên Kurd ku tevlî referandûma 2017’an bûn, ji dadgeha Mûsilê re hate şandin

Dosya 49 efserên Kurd bi sedema tevlî referandûma serxwebûna Herêma Başûrê Kurdistanê bûne ji bo Dadgeha Leşkerî ya Mûsilê hate şandin.

Rêberiya Gişti ya Polîsên Kerkûkê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gorî nivîsek Wezareta Hundirin a Iraqê ku di 4’ê Nîsanê de şandiye Dadgeha Leşkerî ya Mûsilê, dosya 49 efserên Kurd ji bo Dadgeha Mûsilê hatine şandin.

Li gorî agahiyan, ew efserên Kurd li rêveberî û fermangehên ser bi Rêveberiya Giştî ya Polîsên Kerkûkê kar dikin.

Di sala 2017’an de ku referandûm li Herêma Başûrê Kurdistanê pêk hat, doz li wan efseran hatibû vekirin. Lê, bi biryarek siyasî hatibû rawestandin. Îsal careke din bi qebûlkirina Wezareta Hundirin a Iraqê dosya hate vekirin.

Back to top button