Luxembourg hişyarî da desthilatdariya Erdogan

Wezîrê karên derve yê Luxembourgê diyar kir ku heke Erdogan zordestiya xwe bidomîne, divê YE, yekitiya gumrikê û pergala dayîna vîzeyan ji Tirkan re nû neke.

Wezîrê karên derve yê Luxembourgê Jean Asselborn di hevpeyvîneke li gel bi AFP`ê de got:

“Trenda ku Tirkiyê diyar kiriye gelek metirsîdar e.

Erdogan ber bi zordariyê ve diçe û ne amade ye ku têkiliyan bi YE’ê re baş bike.”

Ev daxuyanî, piştî ku serokwezîrên Îtalyayê Mario Draghi li ser bûyera ku seroka Komseriya Ewropayê Ursula Gertrud Von Der Leyen ku di civînekê de li Tirkiyê bê kursî ma, serokkomarê Tirk Erdogan bi “dîktator” wesifand, hat dayîn.

Asselborn got “divê derbarê gotinên têne bikaranîn de, baldar bin” û Erdogan bi “zordar” bi nav kir.

Back to top button