Aloziya di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de didome

Li aliyek daxuyaniyên pêkanîna aştiyê aliyek din jî nakokiyên ku bi êrîşên du alî ya di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê.
Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê ragihand ku di encama topbarana artêşa Azerbeycanê de 2 leşkerên Ermenîstanê hatine kuştin.
Ev bûyer di demeke kurt beriya jinûve hilbijartina Îlham Aliyev weke Serokkomarê Azerbaycanê qewimî.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Ermenistanê, sibeha Sêşemê “Yekîneyên hêzên çekdar ên Azerbaycanê li nêzî gundê Nerkîn Hand ku li ser sînorê Azerbaycanê û herêma Nahçivanê ye, êrîş bir ser çeperên Ermen.”

Di daxuyaniyê de hate gotin,

“Li gorî agahiyên destpêkê 2 leşkerên Ermen mirin, gelek kes jî birîndar bûn.”

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê jî hêzên Ermen sûcdar kir ku êvara Duşemê li bakur-rojavayê Azerbaycanê du caran êriş li ser çeperên wan ên li gundê Kokhanabî yê li herêma Tovûzê hatiye kirin.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê ev sûcdarî bi gotina ‘dûrî ji rastiyê’ red kir.

Ermenîstan: 2 leşkerên me mirin

Ev bûyer di demeke kurt beriya jinûve hilbijartina Îlham Aliyev weke Serokkomarê Azerbaycanê qewimî.

Aliyev kampanya xwe ya hilbijartinê li ser serketina leşkerî ya Îlona 2023’an a li Qerebaxê ya li dijî Ermenan meşand.

Vê operasyonê serdema komara Artsah a serbixwe ya sih salan bi dawî kir.

Serokkomarê Azerbaycanê ku pesnê xwe bi meşandina pêvajoya aştiyê ya bi Ermenistanê dide, armanca xwe ya xakeke din ti carî veneşart.

Baku ji bo karibe Nahçivanê bi ser Azerbaycanê ve bike, dixwaze herêma Sûnîk a Ermenistanê dagir bike.

Back to top button